Kürdistan medyasına yeni bir soluk daha katıldı.Seçkin yazar kadrosu ve içeriği ile yayın hayatına 'merhaba' diyen kardeşlerimize yayın hayatında başarılar diler,Rabbimizden çalışmalarını bereketlendirmesini niyaz ediyoruz.
Sitenin yayın politikası ile ilgili yazısını yayınlıyoruz.
Helwest û armanca mirov a li ser dinê çi dibe bila bibe, eger xurtiya ramanê û berfirehiya nêrinê tunebe, ew armanc zor caran berovacî bandorê li dar dixe. Mirov bi nezanî hişê xwe asteng dike, helwesta xwe qurbana xwe dike, cihê armanc û navgînê diguherîne û li ser navê azadî û serbilindiyê zindanan ji xwe re çêdike.
Her wiha di civaka Kurdan de jî, çawa kû hêj beriya sed sal Mela Seîdê Kurdî jî gotibû; ev yek di nava pirsgirêkên me yên civakî de cihekî girîng digire. Li gorî me ev bar bi taybetî jî li ser milên rewşenbîrên Kurdan sekiniye.
Mirov, rastiya xwe çawa zanibe, bi her aweyî, li ser birrahiya xwe çiqas serwext be; ewqas dikare tiştekî biafirînê, tiştekî bêje û li gorî bînahiya xwe tevbigere. Helwesteke kû li ser nêrîneke kêm û xelet hatibe avakirin, ew helwest û tevger –ka çi dibe bila bibe- bi heman aweyî dê kêm û xelet be. Zelalî û rastiya pratîkê, bi zelalî û rastiya nêrînê ve girêdahî ye.
Ji ber vê yekê, rewşen li pey zelaltirkirin û xuyatirkirina ratstiya civaka Kurdistanê ye. Ji bo em baş bibînin divê em baş binêrin, ji bo em baş binêrin divê em baş bixebitin. Ev xebat ji bo gelê me yê binpê û bêçaremayî wek işaretekê ye, vexwendinekê ye, hêvî û gazincekê ye.
Ji bo serbilindkirina gelê bindest serbilindkirina ramanê ye. Rewşen mejîyê xwe pêşî li ser gelê xwe, û her wiha li ser mirovahiyê diêşîne. Ne di nava nakokiya xwemalîtî û cîhanşumûlîtîyê de ye. Di xizmeta gelê xwe û mirovahîyê de bi her aweyî ji we xwendeyan destgirî, rexne û pêşnîyaz hêvî dike.
SİTEYE GİTMEK İÇİN TIKLAYINIZ