(Ya Muhemmed!) Me tu ji hemû aleman re bi rehmetî şandî. (Enbîya; 107)
Pêxemberê ku ji bona xelasîya mirovatîyê hatiye şandin û dûmahîkê pêxemberane û pêxemberî herî mezine pêxemberê me H.z Muhammed (s.a.s) e. Di sala 571’ de ji mehên qemerî, 12 meha Rebî-ul ewel welidîye.Li gorî mîladî ji, rastî bîstê meha Nîsanê sala 571’ ê tê. Ji vê şeva pîroz re şeva mewludê tê gotin.
Esra ku ew tê de welidî bu li her alî cehalet, zilm û bêexlaqîyê serê xwe girtîbu çubu. Bawerîya Xwedê Teala hatibu ji bîrkirin û mirovatî ketibu nava tarîbûn û zilmekê û dinya ji bona jîyanê ji dinyabunê derketibu.
Şeva ku ew welidîye, ji bona mirovatîyê buye destpêka xêr û xelasîyê. Bi rastî jî sibeha wê şevê sibeyek bi feyz û bereket bu. Ji bona mirovatîyê rojek nû hilatibu û dewreka ronahî vebubu. Şandina pêxemberê me ku Ew fezîleta rojê û ronahîya hîdayetê ye. Ji Xwedê Teala ji mirovatîyê re nîmetek mezine. Di vê xisûsê de Qur’ana Kerîm wuha dibêje:
Bi sond Xwedê, lutfeka mezin li mu’mînan kir. Lewra berê di nava xerifiyek eşkere de bûn. Ji wan re, di nava wan de pêxemberekî ku ayetên Xwedê dixwîne û wan (ji pîsiyên maddî û manevî) paqij dike û kitêb û hîkmetê nîşanî wan dide şand. (Alî Îmran;164)
Ev hezar û çarsed sale ku ev şev di nava mislimanan de bi kêf û şahîyek mezin tê pîrozkirin û pêxemberê me (s.a.s) bi hürmeteka pirr bilind tê yadkirin. Di zimanê kurdî de gelek mewludên ku buyîna wî, mezinayîya exlaq û xesletên wî tînin ziman hatine nivîsandin. Mewluda herî navdar ya Melayê Batê ye.
Di vê şevê de, ji rûhê wî yê pîroz re fatîhe, selawat û selam xwendin, ji bona wî panel, konferans tertîpkırın xêrek mezin e.
Eger em jîyana wî ya bixêr û fezîlet hînbibin û Wî ji xwe re mînak bigrin, wêçaxê emê wezîfa xwe bînin cî û wê demê emê kêfxweşîya wî bi dest xwe bixin.
Ew ji alîyê Rebbê alemê ve ji aleman re bi rehmetî hatiye şandin. Înqilabên ku di sedsalan de çênedibun, Wî di çend salan de çêkir. Bavên ku keçên xwe bi zîndîtî dixistin bin axê piştî prensîbên wî anîbu bawerî anîn û her yek ji wan bun însanên herî qenc. Ji dinyayê re bun rêberên mirovatîyê, edaletê û medenîyetê. Mirovatîyê bi yek emrê wî, dev ji xwîyên xwe yên ku rehê wan bi sedsalan xwe berdabu binê axê terikand.
JI BO NIVÎSÊ HEMÛYÊ EVÊ GIRÊDANÊ VEKIN