Piştî mirina mêrê wê ya di temenê xortaniyê de ew û lawê xwe yê sêwî bi tenê mabûn. Xwedî û xudanê wan tunebûn. Xizan bûn. Bi destê xwe lawê xwe mezin kir. Dema li rûyê lawê xwe dinêriya qehr û kula jinbîtiyê jibîra dikir. Hemû xewn û xeyalên wê li ser lawê wê û paşeroaja lawê wê bû. Tekane armanca wê ya di darê vê dinyayê ew bû ko lawê wê xwendina xwe biqedandaya û di cîheke mezin de bibûya xwediyê navekê. Ji bo gehiştina vê mebestê çi ji destê wê dihat texsîr nedikir. Zêde zêde ji lawê xwe hez dikir. Ji lawê xwe re hem dêyîtî dikir hem jî babîtî…
Lawik jî hest û ramanên diya xwe yên di derbarî xwe de fêm dikir. Bi heman hest û dilovaniyê nêzî diya xwe dibû. Tekane armanca wî jî ew bû ku rojekê fersend têkeve destê wî, felek jê re bikene, derfet je re çêbibe, ew jî wê qenciya diya xwe bêbersiv nehêle. Jêre xizmetê bike, wê li ser destê xwe bigre, wan rojên nexweş ji bîrê bibe. Carcaran ev armanca xwe ji diya xwe re dubare dikir, daku diya wî kêfxweş bibûya.
Roj çûn, zeman di ser de derbasbû, çi kul û halê heyî lawik perwerdeyiya xwe biserkeftî qedand, ji hemû ezmûnan derbas bû. Kêf kêfa wî bû. Êdî diyar dibû ku felek jê re dikene. Ewî jî xwe ji jiyaneke nû re amade dikir.
Di dema perwerdeyiyê de dilê wî ketibû qîzekê, lê evîndar bubû. Şev û roj ji bîra wî nediçû. Wan çavên reş, wan birhên geş, wê bejna zirav, wê axafita wek hingiv, wan lêvê sor malik lê xira kiribû. Nexweşê wê bû, bêyî wê, bêyî dîtina wê hedar û seqara wî li tu erdê Xwedê nedihat.
Belê eşq ango evîn nexweşîneke welê ye ku dermanê wê tune ye, tekane dermanê wê gihiştina dildarê ye.
‘Işiq derdek bêtebîb e
Lê mufa wesla hebîb e
Kuştime cewra reqîb e
Pir le’înê rûsiya ye
Qîzikê jî gelek jê hez dikir. Herdukan jî soz ji hev ra dabûn ku dema perwerdeyiya wan biqede ew bi hev ra bizewicin.
Pêşiyê me gotibûn: “Dil mêşa gû ye.” Dema dilê yekî ket cinsê pêşber êdî aqil naşuxile, hest dikevin dewreyê. Êdî napirse ka hezjêkerê/a wî/wê çi mal e, esîl e, ne esîl e.
Di dawiyê de herdukan jî malbatên xwe agahdar kirin ku ew ji hev hez dikin û dixwazin rojeke zû bi hev ra bizewicin. Piştî ji herdu aliyan jî “erê” hat bi coş û kelecaneke ji hedê der amadeyiya dîlana xwe kirin. Bi hev re diçûn sûkê û tiştên mala xwe ya paşerojê distandin. Ji xwe re xaniyeke nû kirê kirin. Tiştên ku ji mala wan re pêwist bû hemû kirîn. Carcaran jî diçûn xaniyê xwe yê ku dê piştî dîlanê têketana tê de û biryara cihê tiştan didan.
Rojekê ku dîsa bi hev ra çûbûn xênî û derheqê cihê tiştên xwe de diaxivîn, qîzikê berê xwe lawik:
“-Ê baş e, gelo em ê qotiya çopa xwe li kuderê deynin?”
Kurik:
“- Gelo di vî xaninê tirtire de cihê qotiya çopa te tune ye?”
Ew roj welê derbas bû. Pirsa qîzikê ya “bi mane” di serê lawik de tu pirs çênekir.
Roj di ser de derbas bûn. Her ku diçû roja dîlana wan nêzîk dibû, her ku roja dîlanê nêzîk dibû jî kelecana wan ya standin û bicihkirina tiştan jî zêde dibû. Dîsa rojekê lawik û qîz li ser bicihkirina tiştan ya di xênî de diaxivîn:
Jİ BO NİVÎSÊ HEMÛYÊ EVÊ GİRÊDANÊ VÊKİN