Anasayfa

Sitene Ekle

Foto Galeri

Video Galeri

Ziyaretçi Defteri

İletişim

Hakkımızda

Üyelik

KURDÎ

TEFEKKUR

19 Mayıs 2012

DÜŞÜNCE UFKU MAKALELER İMAN HAKİKATLERİ
 
Wesiyeta Qazî Mihemed li gelê Kurd!
Îro salvegera damezrandina Komara Mehabadê ye. Tam 66 sal borîne di ser vê bûyerê re. Lê hê wekî ku duh qewimîbe zindî ye di heşê miletê Kurd de.

22/01/2012 - 21:55
1:1 1:1,2 1:1,5
 

(Îro salvegera damezrandina Komara Mehabadê ye. Tam 66 sal borîne di ser vê bûyerê re. Lê hê wekî ku duh qewimîbe zindî ye di heşê miletê Kurd de.

Mehabad, bi hemî hêjayî û pîrozbûna xwe delala ber dilê her Kurdekî ye. Çi Kurdê ku hay ji vê destkeftî û rûmeta mezin çêbûbe, li ber ezemet û mezinahiya Pêşawa hejmetkar maye. Bûye heyran û dildarê bûka nazenîn Mehabada Kurd. 

Lê bextê Kurdistanê bi hibra reş hatibû nivîsandin li ser rûpelên dîroka bêyom...bextê felekê careke din rû badabû û gelê Kurd bi qedera xwe re rû bi rû mabûn... Dîsa tûşî gulleya qezayê hatibûn, bibûne amancê tîrê qederê, bayê felekê... hebûn-nebûna wan bi xwelî û li hewa li ba bû...Lê Kurd dîsa ji wê xweliyê vejiyan û ew ala Pêşawa çikandibû dîsa hejandin li banê gerdûnê...

Hesret û daxwaza Xanî, piştî sê sed tiştek salî pêk dihat û kurê Mehabadê Barzanî ew al li asoyê felekê dihejîne...Sê ezîzên gelê Kurd û sê sembolên pîroz: Mehabad, Pêşawa, Barzanî...  

Mehabad: Bû hêlîna zindîbûn û nûvejînê... bû nîşan û şîara serhildan û serbilindiyê...

Pêşawa: Bû rêberê doza kurdayetiyê û şîarê serxwebûna dîn û welat... 

Barzanî: Bû şîara berxwedan û têkoşînê, îstîqrar û îstiqlalê, bawerî û serxwebûnê...

Em bi hemî hestên xwe yên îslamî û kurdistanî ji dil û can diqîrin: Hûn her bijîn seydayên hêja, hûn bijîn rêberên mezin, hûn bijîn ezîzên ber dila! 

Û tu her payidar bî di dilan de ey Mehabada pîroz!

*** 

Em bi munasebeta salvegera vê bûyera pîroz şehîd û rêberên xwe bi minnet û şukran bibîr tînin... Hêviya me ji Yezdan ew e ku Mehabadên nû bi me bide dîtin û jiyandin... amîn.

Ev wesiyeta Qazî Mihemed a ku berî şehadeta xwe li gelê Kurd kiriye ji arşîvên resmî yên dewleta Îranê bi dest ketiye. Ev metnê wesiyetê careke din ji hêla me ve hatiye redaktekirin û em bi vê munasebetê careke din diweşînin. Rewşen) 

Wesiyet

Bi navê Xwedêyê mezin û dilovan.

Ey gelê kurd û birayên min ên hêja!

Birayên min î qehrxwarî û gelê min î zorlêkirî!

Va ye ez di gavên herî dawîn ên jiyana xwe de me, ji bo xatirê Xwedê êdî dijminayiya hev nekin û pişta xwe bidin hev. Li hember dijminê zordest û zalim derkevin, xwe belaş nefiroşin dijminan. 

Dijmin her û her dixwaze ku tenê karê xwe bi we pêk bîne û qed bi we re merhemetê naket; di her firsendekê de qed li we nabihure.

Dijminê gelê Kurd pir in, zordest û bê şêfqet in. 

Sembola serkeftina her gel û netewekê hevgirtin û yekbûn e, piştgiriya gel a gişî ye.

Her gelê ku yekîtî û tebayiya wî nebe; ewê hertim di bin destê dijmin de be. Tu tiştê we, gelê Kurd, ji gelên li ser rûyê vê erdê ne kêmtir e. Belkî hûn, bi mêranî, egîdî û hêjatiya xwe, ji gelên ku rizgar bûne li pêştir in jî. Gelên ku ji destê dijminên xwe yên zordest rizgar bûne; mîna we ne. Lêbelê yekîtiya yên ku xwe rizgar kirine hebûye, bila hûn jî mîna hemû gelên li ser rûyê erdê îdî bindest nebin. Bi yekîtî, nekirina hesûdiya hev û xwenefirotina dijminan hûn dikarin rizgar bibin. 

Birayên min! Îdî bi dijminan neyên xapandin, dijminên Kurdan ji kîjan reng, destek û neteweyê dibin bila bibin, her dijmin in. Bê merhemet in, bê wijdan in û rehmê bi we nakin. Dê we bi hev bidin kuştin, dê we li hemberî hev hev çavsor bikin û bi derew  û xapandinê we bînin beramberî hev.

Ji tevî  dijminên Kurdan, dijminê herî zalimtir, mel’ûn, Xwedênena û bêmerhemet Ecem in. Destê xwe ji tu sûcên li dijî gelê Kurd venakşîne. Di dirêjiya dîrokê de bi gelê Kurd re xerez û kîna vî gelî ya kevnar hebûye û heye jî. 

Temaşa bikin, binêrin gelek zilamên we yên mezin, ji Smaîl Axayê Şikak bigire hetanî Cewher Axayê birê wî û Hemze Axayê Mengur û çend û çendîn zilamên din xapandin, aram kirin,  xelq ji pişt wan vekirin û gelekî bi nemerdî ew kuştin. Ew tev bi sond û Qur’anê xapandin ku Xwedêgiravî daxwaza Eceman ya xêrê bi wan re heye û dê qenciyê bi wan bikin. Feqet ev kes xweş bawer kirine û bi sond û sozên Eceman hatine xapandin.  Lêbelê hetanî niha di dirêjiya dîrokê de kesî nedîtiye tenê carekê jî Ecem li sond û sozên xwe xwedî derketibin û ehdên dane Kurdan pêk anîbin. Tevde derew û xapandin bûye. Ca vaye ez wekî birayekî we yê biçûk, di rêya Xwedê de, ji bo xatirê Xwedê ji we re dibêjim hev bigirin û tu carî pişta hev bernedin. Piştrast bin ger ecem hingiv bide we, diyar e jar xistiyê. Bi sond û sozên derewên Eceman nexapin. Ger hezar carî jî dest li Qur’ana Pîroz bixin û soz bidin we, daxwaza wan tenê xapandina we ye, ji bo hîlekê li we bikin.

Va ye ez di demên dawî yên jiyana xwe de me. Ji we re dibêjim û ji bo xatirê Xwedayê mazin ez şîretê li we dikim ku ya ji destê min hat bi serî can û tekoşîn, bi şîret û nîşandana rêya rast; min ji we re xemsarî nekiriye. Niha jî di vê dem û rewşê de dîsa ji we re dibêjim ku îdî bi Eceman nexapin û ji sond, destlêxistina Quranê û ehd û peymanên wan bawer nekin. Ji ber ku ne Xwedê dinasin û ne jî ji Xwedê, Pêxember, roja qiyametê û hîsab û kîtaban bawer dikin. Li cem wan bi tenê ji ber ku hûn Kurd in, bila hûn Misilman jî bin, hun sûcdar û mehkûm in. Hûn ji wan re dujmin in, ser û mal û canê we ji wan re helal e û weke xezayê qebûl dikin. 

Soza  min ne ew bû ez herim û we di destê van dijminên dilreş de bihêlim. Min  pir caran jî paşeroj û şexsiyetên me yên mezin tefekkur dikir. Ên ku Eceman bi xapandin, sond, derew û hîle ew girtine û kuştine.

Ew tev li bîra min bûn û tu carî jî min ji Eceman bawer nekiriye. Lêbelê beriya ku vegerin vir, çendîn caran gotin û rasparin bi name û bi şandina kesên navdar ên Kurd û Faris, bi dayîna soz û ehdên yekcar pir û mezin ku daxwaza xêrê ya dewleta Ecem û Şah bi xwe jî heye û ne amade ne ku bi tenê dilopeke xwînê jî li Kurdistanê birijê. Niha hûn bi çavê serê xwe encama sozên wan dibînin. Ger mezinên hoz û eşîrên me îxanet nekira û xwe nefirotina hukûmeta cem, weha nedihate serê me û we û Komara me jî. 

Şîret û wesiyeta min ew e bila zaroyên we bixwînin. Ji ber ku tu tiştê me ji yê gelên din ne kêmtir e, bi tenê xwendin nebe. Bixwînin, ji bo ku hûn ji karwanê gelan paşve nemînin û her xwendin çeka kujek a dijminan e.

Piştrast bin û bizanin ger tebayî, yekbûn û xwandina we baş be, hûnê pir baş bi ser dijminê xwe jî bikevin. Çênabe bi kuştina min û bi kuştina bira û pismamên min çavê we bitirse. Hetanî hûn bigihîjin hêvî û meramên xwe; divê hê jî pir kesên din yên mîna me xwe di vê rêyê de gorî bikin. 

Piştrast im, piştî me pir kesên din jî her dê bi xapandin û durûtiyê ji holê werin rakirin.

Piştrast im ku pir kesên din dê piştî me jî bikevin xapandina Eceman de; dê ji me zanatir û hêjatir jî bin, lêbelê hêvîdar im kuştina me ji dilsozên gelê Kurd re bibe pend û îbret. 

Wesiyeteke min a din jî ji we re ew e ku her çiyê we ji bo serfiraziya gel kir bixwazin ku arîkarê we gel be. Piştrast im ku dê Xwedayê mezin we serfiraz dike û dê arîkariya we bike. Heye ku hûn bêjin; lê çima ez bi ser neketim?!

Di bersivê de dibêjim: Bi Xwedê kim, ez ser ketime! Çi nîmet û serketin ji wê yekê mezintir e ku va ye ez niha di rêya gel û welatê xwe de, serê xwe, malê xwe û canê xwe didim. Bawer bin min pir ji dil dixwest ger ez mirim bi mergekî bimirim ku di hizûra Xwedê û resûlê Xwedê û gel û welatê xwe de rûsor bim, ji min re ev serketin e. 

Xweşdiviyên min! Kurdistan mala her Kurdekî ye. Her wekî ku di malê de, endamên malê her kî çi karî dizane wî dispêrin wî. Îdî mafê tu kesî tune ku hesûdiyê jê bike. Kurdistan jî her ew mal e. Ger we zanî ku kesek li vê malê dikare karekî bike, dev jê berdin bila bike.

Êdî çênabe hûn keviran deynin ser rêya wî û çênabe ku dilê we ji ber ku berpirsyariyên mezin di destê yekî ji we de hene biêşe. Ger karên mezin ketin ser milê yekî û ew kar bi rê ve bir, welê diyar e jê dizane û berpirsiyariyên wî yên mezin jî li hember wî erkî hene. Piştrast be birayê te yê Kurd her ji dujminê dil bi kîn baştir e û ger berpirsiyariyên mezin li ser milê min nebûna, niha ez di bin sêdarê de ranediwestiyam. Lewra çênabe hûn bi hev re temahkar bin. Ên ku fermanên me pêk neanîn, ne tenê ferman pêkneanîn, tam dijmintiya me kirin. Ji ber ku me xwe wek xizmetkarê gelê xwe qebûl dikir, niha ew di nava mal û zarokên xwe de, di nava xewa şîrîn de ne. Lêbelê vaye li ser navê xizmeta gel di bin sêdarê de me û vaye ez demên dawî yên jiyana xwe bi vê wesiyetnamê derbaz dikim. Ca ger berpirsyariyên mezin di stûyê min de nebûna, ez jî dê niha di nava zarok û zêçên xwe de di xewa şîrîn de bûma. Ez niha ji bo piştî çûyîna xwe jî şîretê li we dikim, ew jî yek ji berpirsyariyên di stûyê min de ye. Piştrast im ger yekî din ji we berpirsiyariyên min bigirtana stûyê xwe, niha ewê li şûna min di bin sêdarê de bûya. Ji bo razîbûna Xwedê û li gor berpirsyariya di stûyê xwe de mîna Kurdekî xizmetkarê gel û di rêya çakiyê de, min ev şîret li we kirin. Hêvîdar im ji niha pê ve hûn pendan jê wergirin û durist guhdariya şîretên min bikin.

 Bi hêviya Xwedayê mezin we bi ser dijminên we bixe.

 1.Baweriya we bi Xwedê, bi tiştên ji cem Xwedê tên û hezkirina Xwedê û Pêxember (silavên Xwedê lê bin) hebe, di pêkanîna wezîfeyên dînî de xurt bin.

 2.Yekîtî û tebayiya di nava xwe de biparêzin. Karên neqenc li hember hev nekin û temah nebin. Bi taybetî jî di berpirsiyariyê û xizmetê de.

3.Bi xwendin, zanist û pîleya zanyariyê xwe bi pêş ve bibin. Ji bo dijmin we kêmtir bixapîne.

4.Ji dijminan bawer nekin. Bi taybetî jî dijminên ecem. Ji ber bi çend awa û rêyan Ecem dijminên we ne, dujminê gel û welat û dînê we ne. Dîrokê tesbît kiriye ku her daîm ji Kurdan aciz in. Bi kêmtirîn sûcî we dikujin û ji tu sûcên der heqê Kurdan de destê xwe nagirin.

5.Ji bo hin rojên jiyana bêqîmet a vê dinê, xwe nefiroşin dijminan. Ji ber dijmin dijmin e û ne cihê pêbawerbûnê ye.

6.Îxanetê li hev nekin. Ne îxaneta siyasî, ne giyanî, nr malî û ne jî ya namûsî. Ji ber îxanetkar li cem Xwedê û mirovan jî sivik û sûçbar e. Îxanet li îxanetkar vedigere.

7.Ger yekî ji we bikaribe karên xwe bê îxanet pêk bîne, jê re arîkariyê bikin. Ne ji ber temahî û bexîliyê li dijî wî derkevin, yan jî Xwedê neke li ser wî bibin sîxurên biyaniyan.

8.Cihên ku min di wesiyetnameyê de ji mizgeft û nexweşxane û dibistanan re nivîsandiye, hûn tev daxwaz bikin ku pêk werin û mefa jê bigirin.

9.Hûn ji xebat û hewl û tekoşînê ranewestin. Ji bo mîna hemû gelên din ji bin destê dijminan rizgar bibin. Malê dinê ne tiştek e. Ger welatê we hebe û serbestiya we hebe, wî çaxî her tiştê we heye. Hem mal, hem serwet, hem dewlet, hem rûmet û hem dê niştimanê we jî hebe.

10.Ez ne bawer im heqê Xwedê nebe û heqên din li ser min hebin. Lêbelê ger kesekî welê dît ku kêm yan jî pir tiştekî wî li cem min e, min malekî pir hiştiye, bila here ji warisên min bixwaze û wergire.

Hetanî hûn hev negirin, hûnê bi ser nekevin. Zilm û zorê li hev mekin. Ji ber ku Xwedê zalim pir zû ji holê radike û wî nebûdî dike. Ew soza Xwedê ya bê kêmasî û zêde ye. Zalim, têk diçe û nebûdî dibe. Xwedê tola zilmê jî hiltîne.

Hêvîdar im ku hûn van gotinan têxin guhê xwe û Xwedê li hemberî dijminan we bi ser bixe. Weke Se’dî kerem kiriye:

Muradê ma nesîhet bûd û guftîm

Hewalet ba Xuda kerdîm û reftîm

Ango: Mirazê me şîret bû û me kir, me hûn spartin Xwedê û em çûn.

Xizmetkarê gel û welat

Qazi Mihemmed

(ji arşîvên fermî yên Îranê hatiye bidestxistin)

rewsen.com

YORUMLAR

Henüz yorum yapılmamış.

Kategorideki Diğerleri

Kürdistan Birleşik Federasyonları
Kürd ve Kürdistan sorunu barış içinde tüm bölge halklarının lehine olacak mahiyette nasıl çözülebilir?
Xewnên Heftreng
Xewnên me. Ango serhildana Musavî, mizgînîya İsevî, Şiyarkirina Muhemmedî. Cengawerîya İmamê Elî, Mêrxasîya Seleheddin, dilciwanîya Şex Seîdê kal. Ha
Asya Konvoyu ve Çelişkiler IV
Suriye konusu hassas. Türkiye’de İslamcılık ritüelinden gelmiş olan hükümetin önce Beşar Esad’ı kardeşi ve daha sonrasında düşmanı olarak ilan etmesi
(Bir Zamanlar Ercişte)
Hiç unutmam bir gün komşularından birinin oğlunun düğünü olacaktı. Beldenin ileri gelenlerinden bir kaçı ile birlikte düğün sahibi, amcamın evine geld
Amed'te bir Kayıp Annesi: Hayatın Tadı Tuzu Anneler
90'lı yılların başında faili meçhuller ve kayıplar dönemi başladı ve ölüm bir kabus gibi çöktü Güneydoğu'nun bir çok il ve ilçesinin üzerine. Adı Tek
Kutlu Doğum Peygamberi Değil Kur'an Peygamberi
Her taraf gül kokuyor, ‘kutlu doğum’ kokuyor; riya kokuyor. Gül sembolüyle Rasulullah Muhammed (sav) adeta ipeksi bir yumuşaklığa indirgenmekte, hayat
Alinasyon (Yabancılaşma)
Benin kendi özünden uzaklaşmasıyla, kendisine ve eylemlerine nesnel bir biçimde, sanki bir ustanın elinden çıkmış bir nesneye bakarcasına yaklaşımıyla
Masai Ülkesinde Mülteci Kamplarına Serdim Seccademi
Dünya üzerinde, aynı dili konuştukları halde biribirlerini hiç anlamayan milyonlarca insan varken, bizler tek kelimesini bilmediğimiz bir dilde konuşa
'Türk iyi, Ermeni hain, Kürt zalim, Arap düşman'
Diyarbakır Türk Ocakları Müfettişi sıfatıyla 4 rapor yazan Hasan Reşit Tankut da bu tür raporlara imza atan isimlerden biri. 1925’teki Şeyh Said İsyan
YOKLUĞUMUZ NE ZAMAN FARK EDİLECEK
Siyasi gündeme çakılı kalıyoruz, dolayısıyla siyasi konjöktürün konumlandırdığı yerde buluyoruz kendimizi. Bugün suriye meselesinde olduğu gibi, dün k
Suriye Çıkmazı‏
Dibîstana Kurdî
Bir Efsanedir Diyarbekir
Suudi Arabistan: İslam alemindeki üstünlüğün sonu
‘Sol içi çatışma’ gerçeğiyle yüzleşmek
Yakup Aslan Yazdı: "Şervan'a Kız İstenecekti Hayrettin Hocam"
Mezheb taassubunun her şekli, reddedilmelidir!
1 MAYIS
Yakup ASLAN Yazdı: Asya Konvoyu ve Çelişkiler III
M.K.DILXÊRİ nivîsî : Ji Elegezê Koçberî
"AYNA"
Hasan el Benna tasavvufa nasıl bakıyor?
Lebbeyke Ya Muhammed
Haksızlığı Meşrulaştırma Bağlamında Türk Medyası
Ey Müslümanlar, Kürtler de insandır
"SELAM OLSUN"
Türk- İslam Dini:Kürtleri Yarattığı İçin Allaha İsyan Etmek Gerekir 
Kürt meselesi Hallolunmuştur 
Müslüman Olarak Yaşlanmak
Pancar Mevsiminde Roboski Tedirginliği

DUYURULAR

 

FACEBOOK

 

EDİTÖR

 

YAZARLAR

 
Zülfikar FURKAN

Dibîstana Kurdî

Azad SERHILDAN

Günah ve Tövbe

RÖPORTAJ

 

En çok Okunanlar  Bugün  Dün  Bu Hafta  Bu Ay  
1 Katliamdan kurtuldu Kürdistan'a Göç Etti
2 Taraf'tan Erdoğana
3 Zorda olan sensin aslanım
4 "Roboski Katliamında kimin emir verdiği önemli"
5 PKK Bitlis'te 6 Korucuyu Alıkoydu
6 Predatörler 37 dakika görüntü almış
7 AK Parti Diyarbakır Basın Sorumlusu Öldürüldü
8 Aliya'nın dublörü 15 sene sonra ortaya çıktı
9 Anayasada 2 madde tamam
10 Kıvrıkoğlu'nun ölmesi Çevik Bir’in işine yarardı

KONUK YAZARLAR

 
Mehmet Ali Anşin

Anneler Günü

M.Latif YILDIZ

Devletin İtibarı

Yorum Hattı
peki İran
Neden İran'ı hesaba katmıyoruz, Doğu Kurdistan bu federasyonun neresinde yer alacak?...
evdal
Kürdistan Birleşik Federasyonları >>
"Haksızlık karşısında susan dilsiz şeytandır"Hz. Muhammed s.a.s
Yüce Rabbim bu bacımızın yar ve yardımcısı olsun.Çocuklarına ve eşine sabırlar versin. "Güçlü iken ...
hüseyin canan
Gerçek "Kardeşim" İçin.. >>
Biz site okurlar için büyük şans olduğu kesin ama tüm Türkiye için mi bilemem. Malum bazen iğneliyor...
Naim Kamer
Yaseminler Gülümsüyordu Ellerimiz Kavuştuğunda – 21 >>
yol arkadaşım
Selam sana yakub kardeşim.Çok güzel ve duygulu yazmışsın okudukça o günleri hatırladım bende biraz ...
zeki kaya
Asya Konvoyu ve Çelişkiler IV >>
Bu güzelliğin emsali yok
Bu dünyada ne kadar ödül varsa, yazı, gezi, edebiyat, sanat, tarih, kültür, mimari, coğrafya, toplum...
Face arkadaşı
Yaseminler Gülümsüyordu Ellerimiz Kavuştuğunda – 21 >>
"Size ne oluyor da, Allah yolunda ve “Ey Rabbimiz! Bizleri halkı zalim olan şu memleketten çıkar, ka...
Mus'ab
Gerçek "Kardeşim" İçin.. >>
Sözde müslüman
Çünkü Bazı insanlar Allah'ın ayetlerini az bir pahaya satıyorlar.Dünya hayatını ahiret hayatına terc...
HİLAL
Uludere ve yalanlar >>
Yanlış anlamaya sebebiyet vermişim; insanın tüm bilgisi,karşısındakinin anladığı kadardır derler ya,...
fatme
Sonradan Aşılmayan Duvarlar >>
Ah ah.. Sevgili üstad.. Yüreğin ne güzel duygular menbaı olmuş. Bu cümleler insanı deli eder. Sevda ...
Şıvan
Anneler Günü >>
Selamun aleykum. Değerler elimizdeyken hakettikleri kıymeti vermeyiz,hep bizimdirler sanırız. Bunu ...
vuslat
Anneler Günü >>
fidan göngürün çocukları onun yolunu beklemiyorlarmı...
Amed'te bir Kayıp Annesi: Hayatın Tadı Tuzu Anneler >>
Allah insanlarla vijdan aracılığıyla konuşur.ama vijdanlar o kadar körelmiş,ki sesini duyuramıyor.Ç...
Hilal
Tazminat değil, adalet istiyoruz. [Video] >>
bu katliamı yapanın üstünü ortmeye çalışanın Allah bin belasını versin .......
Tazminat değil, adalet istiyoruz. [Video] >>
hocam sizi kutluyorum bu konuda herkesin destek vermesi şart özelikle meclis ortamında kulis yapılma...
peki naşat
ESKİ YER İSİMLERİ (FORUM) >>
"Böyle bir hareketin batıdaki cemaat önderlerinden ve dernek-vakıf liderlerinden onay alamaması duru...
Cendel
Sabiha Ünlü İle "Bizim Toprağın Dili"ne Dair.. >>
bu kitap hediye edilmeli!
Başta fıkıh prof.Hayreddin Karamana göndermeyi düşünüyorum.Sonra vicdan sahibi olduğuna inandığım Tü...
hüseyin canan
Sabiha Ünlü İle "Bizim Toprağın Dili"ne Dair.. >>
özellikle türklere okutun bu kitabı..........
sabiha abla kalemine ve o temiz duruşuna selam olsun.kitabın benim için bir arayış içinde olupta işt...
ibrahim
Sabiha Ünlü İle "Bizim Toprağın Dili"ne Dair.. >>
"Sizin gibi insanların yok sayılan ve gizlenen tepkileri nelerdi ve hangi amaçlar için tepkileriniz ...
musab
"Dünü ve Bugünüyle Yakup ASLAN" I.BÖLÜM >>
Allah'ın selamı hepimizin üzerine olsun. Sabiha ablaya bir sorum olacaktı, kitabın basımı için İslam...
evdal
Sabiha Ünlü İle "Bizim Toprağın Dili"ne Dair.. >>
Rabbim Razı olsun bu değerli samimi, muvahhid, mücahide müslümandan.. Sabiha Ünlü denildiğinde yüreğ...
xerip
Sabiha Ünlü İle "Bizim Toprağın Dili"ne Dair.. >>

YORUM/ANALİZ

 

IKTIBAS

 
Ahmet ALTAN

Sakız

Orhan Miroğlu

Anne ve Oğlu’na

Remzî PÊŞENG

Özerklik

DOSYA

 

LİNKLER

GAZETELER

Yeni Asya Yeni Şafak
Türkiye Vakit
Star Sabah
Taraf Zaman
bugun Hürriyet
Radikal Vatan
Akşam Milliyet

Video Galeri

Diğer Videolar

Öze Dönüş Platformu Hakkari Kutlu Doğum Haftası Etkinliği 3.Bölüm
Öze Dönüş Platformu Hakkari Kutlu Doğum Haftası Etkinliği 2.Bölüm
Öze Dönüş Platformu Hakkari Kutlu Doğum Haftası Etkinliği 1.Bölüm
Son Darbe 28 Şubat 12.Bölüm (SON)
Son Darbe 28 Şubat - 11.Bölüm
Son Darbe 28 Şubat - 10.Bölüm
Son Darbe 28 Şubat - 9.Bölüm

Foto Galeri

Diğer Galeriler

KARİKATÜR
KAR TANELERİNDEKİ MUHTEŞEM SANAT
"KAÇAK UMUTLAR"
ŞIRNAK - ROBOSKİ KÖYÜ KATLİAMI "SON YOLCULUK"
ŞIRNAK - ROBOSKİ KÖYÜ KATLİAMI (2011)
İRAN İNGİLİZ BÜYÜKELÇİLİĞİ BASKININDAN KARELER
DERSİM KATLİAMI DÖNEMİN GAZETE MANŞETLERİ
 
New Page 1

Ana Sayfa

Ana Sayfam Yap

Sitene Ekle

İletişim

Hakkımızda

Copyright © 2007 UFKUMUZ
Sitemizdeki yazı, resim ve haberlerin her hakkı saklıdır. İzinsiz, kaynak gösterilmeden kullanılamaz - Yasal Uyarı SITEMAP
İrtibat E-mail:bilgi.ufku@hotmail.com - bilgi@ufkumuz.com